
“Hevokan wateyên xwe nînin,wateyan hevokên xwe hene. Ji ber ku her wateyekê hevokeke xwe nîne jî, çîrok hene...”*
Pirtûkeke nû û duyem ji Murat Özyaşarê ku bi pirtûka xwe ya bi navê Bîr Xelata Çîrokan a Haldun Taner û Xelata Çîrokan a Yunus Nadi wergirtibû: Kelogirî.*
Özyaşarê ku di Bîrê de dibêje “Hêşta gotin hebû, têk de vegêrrana neyekser bû”, di Kelogirîyê de, vegêrrana neyekser a di gotinê de radike û çîroka di nava gotinê de kaşî berev wateyê dike. Ev çîrokên ku ne pêkan e bêne vegêrran, bes pêkan e bêne nivîsîn, ji bo famkirinê ji xwîneran hêvîya hisîyatê dikin, ne ku kêferateke giran...*
Kelogirî bi çîrokên bendewarî nas kirî ve awatê dike ku bigihîje xwînerên xwe û di xwînerên xwe bigere.*
“Her kes li dû mirîyê xwe dike tîqetîq; ev e, tu nebê navê vê krîzê, navê vê tîqetîqê ye kenê bêxwê.”*
*
*
Kitap Adı: Kelogıri Yazar: Murat Özyaşar Yayınevi: Doğan Kitap Hamur Tipi: 2. Hamur Ebat: 13 x 19,5 İlk Baskı Yılı: 2019 Baskı Sayısı: 1. Basım Barkod: 9786050960488